Pashinyan dibêje di Nîsanê de karvekişîna xwe ragihîne

piştî şerê Qerebaxê zext lê tên kirin ku dev ji kar berde.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan diyar kir ku ewê di meha Nîsanê de karvekişîna xwe ragihîne.

Daxwazên ser desthilata Pashinyan piştî Ermenistanê li Nagorno – Qarabaxê li hember Azerbaycanê ax wenda kiribû gurtir bibûn û artêşa Ermenistanê di meha Sibatê de xwestibû ku Pashinyan ji desthilatê vekişe.

Pashinyan ser daxwaza artêşê gotibû ku ew ‘’hewildana darbeyê’’ ye û bang li gel kiribû ku dakevin qadan.

Wî, Serfermendarê Ermenistanê Onik Gasparyan ji kar dûr xistibû, lê serokomarê welêt Armen Sarkisyan ew biryar red kiribû.

Li Ermenistanê dê di 20’ê Hezîranê de hilbijartina pêşwext li dar keve û Pashinyan dê heta wê çaxê karên xwe yên demkî bimeşîne.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.