Wezareta tendirostî: Eger rewş wisa be neçarîn qerentîn rabigehînin

mimkune dîsa qerentîne were ragihandin.
کوردستان TV
100%


Dibêje rojebiroj hijmara pêketiyan zêdetir dibe.
Bîrmendê wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê Dr, Rehêl Fereydûn ragihand ku jiber pêbend nebûn bi şîretên tendirostî hijmara kesên ku bi Koronayê pêdikevin rojbiroj di zêdebûnê deye.
Dr, Rehêl Fereydûn herwiha eşkere kiriye ku niha koronaya cureya nû jî li Kurdistanê belav bûye, rojane hijmareke zêde welatî pêdikevin û hijmareke zêde jî canê xwe ji dest didin.
Fereydûn diyar kiriye ku beriya niha texmîn kiribûn ku vê di dawiya meha Adarê de hijmara pêketiyan zêdetir bibe bi taybetî kesên ku bi Koronaya nû dikevin jiber vê yekê niha rojane komîteya rûbirû bûna Koronayê rojane dicive û nîqaş li ser çawetiya pêşî lêgirtin ji belav bûna Koronayê dik.
Nav hatî ev yek diyar kiriye ku lazime welatî pêbendî şîretên tendirostî bin beruvajî eger rewş weke ya niha be, vê demê wezareta tendirostî neçar dibe dîsa qerentînê ragehîne.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.