Serok Barzanî: Wefata Qedrî Yildirim wendahiyeke mezine

dibêje ji dest dana Qedrî wendahiyeke mezine.
کوردستان TV
100%

Dibêje xizmetên wî cîhê rêzdariyê ne.

Serok Barzanî jiber koça dawî ya Profsor Qedrî Yildirim peyameke sersaxî pêşkêş kiriye ku naveroka peyamê jî wisaye;

Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê nîştimanperwer û Akademîsiyenê Kurd li Bakûr, Mamosteyê her du zanîngehên Diyarbekir û Mardîn, Prof, Dr, Qedrî Yildirim, gehêşte me.

Lêkolîn û xebatên wî yên di ware edeb û wêjeya Kurdî û pêşde birina wêjeya Kurdî de cîhê rêzdariyê ne, ji dest dana kesayetiyek weke Qedrî Yildirim wendahiyeke gelek mezine.

Sersaxî didim malbet, kesûkar, dost, hevalên wî û tevahiya rewşenbîrên Kurdistanê, hevparê xema wanim.

Xwedê mezin rehmetî bi ceneta xwe şad bike û aramî bide tevahiya aliyan.

Mesûd Barzanî

27ê Adara 2021

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.