Beriya çend rojan hatibûn revandin.
Polîsê parêzgeha Diyalayê ragihand ku 2 ji wan 4 welatiyên ku beriya çend rojan li Rojhilatê Beqûbeyê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn revandin, îro termên wan hatine dîtin.
Polîsê Diyalayê diyar kiriye ku ev her 4 welatî beriya du rojan li devera Ebare hatibûn revandin û îro jî termê 2 ji wan hatine dîtin û bi gule hatine kuştin.
Polîs diyar kiriye ku yek ji wan revandiyan jî hatiye azadkirin lê yek ji wan hîn jî çarenivîsa wî nediyare.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin