Beriya 33 salan hatibû kîmiyabarankirin.
Beriya 33 salan di roja 22ê Adarê de rejîma dîktator ya Besê di berdewamiya tawanên hovane yên dijî gelê Kurd de, gundê Sêvesinan ya ser bi Qeredaxê kîmiyabaran kir.
Di encama kîmiyabaran kirina gundê Sêvesinan de 69 welatî şehîd ketin û hijmareke zêde welatiyên din jî birîndar bûn.
Her sal di 22ê Adarê de bi merasîmên fermî ev karesata han tê bi bîrnanîn lê îsal jiber Koronayê ti merasimek bo bîranana şehîdên bûyerê nehat organîzekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin