Dibêje rêyên sê navçeyan daxistiye.
Cîgirê Serokê komîteya lihev anîna aliyan li Sûriyeyê, ya ku ser bi Rûsyeyê ye, ragihand ku Tirkiye rê nade xelkê vegere ser malên xwe.
Aleksandr Karpov diyar kir ku niha artêşa Tirkiyeyê li gel cîhadiyên Tirkiyeyê rêyên ser navçeyan li nêzî Eyn Îsa daxistine û rê nadin ev sivîlên ku beriya niha jiber şer û aloziyan ji malên xwe derketibûn, vegerin ser malên xwe.
Nav hatî herwiha daxwaz kiriye ku Tirkiye dev ji liv û tevgerên xwe li deverê berde û rê bide xelkê medenî vegerin ser malên xwe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin