Di navbera HSD û artêşa Tirkiyeyê de şereke dijwar derket

êrîşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê hatiye têkbirin.
کوردستان TV
100%

 

Artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên Tirkiyeyê xwestin çend gundên Eyn Îsayê dagîr bikin.

Li gor zaniyariyên berdest, direngiya şeva derbasbûyî artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên Tirkiyeyê, xwestine çend gund li rojavayê Eyn Îsayê dagîr bikin û bikevin nava baregehên hêzên Sûriyeya demokratîk.

Lê hêzên HSDê bersifa êrîşa artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê dane, êrîşa han têk birine.

Tê gotin ji her du aliyan gelek kuştî û birîndar jî hene.

Weke tê zanîn ev demêke artêşa Tirkiye û cîhadî hewl bo dagîr kirina Eyn Îsa û gundewarên derdorê didin û bo vê yekê jî artêşa Tirkiyeyê hêzeke zêde şandiye deverê.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.