Îro 33 sal biser kîmiyabaran kirina Helebceyê re derbas dibe

herî kêm 5 hezar welatî şehîd bûn.
کوردستان TV
100%


Di 16ê Adara 1988an de rejîma dîktator ya Besê Helebce kîmiyabaran kir.
Îro 16ê Adarê, roja kîmiyabaran kirina Helebceyê ye ku di encam de herî kêm 5 hezar welatî şehîd bûn û bi deh hezaran welatî jî birîndar bûn.
Her sal di 16ê Adarê de merasîmên curbicur bo bîranîna şehîdên Helebceyê tên organîzekirin.
Ev du sale jiber Koronayê merasîmên mezin nayên organîzekirin lê şehîdên Helebceyê bi rê û rêbazên curbicur tên bîranîn.
Bajarê Helebceyê ku weke bûka Hewramanê tê nasîn, di dema şerê navbera Îran û Îraqê de ji aliyê rejîma Besê ve bi gazên kîmiyayî yên weke Xerdel hate bordimankirin.
Rejîma dîktator çend bombeyên kîmiyayî avête Helebceyê û di encam de herî kêm 5 hezar welatî şehîd bûn û bi deh hezaran welatî jî birîndar bûn.
Kurdistanî her sal li seraserê Kurdistanê di seat 11an de bi qasî 5 deqîqeyan bo rêz girtin ji şehîdên Helebceyê re bibêdengî radiwestin.
Her çend heta niha hikûmeta fedralî bo awedan kirina Helebce û qerebû kirina Helebceyê ti gavek neavêtiye, lê hikûmeta Kurdistanê Helebce kir Parêzgeh û hewldanên hikûmetê yên bo awedan kirin û pêşkêşkirina xizmetgozariyan li Helebceyê berdewamin.
N: E.G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.