Civata bilind ya hêlbirînê civiya

çend biryar jî derbarê prosesa hêlbirînê de hatine dayîn.
کوردستان TV
100%

 

Bi Serokatiya Serokwezîr civiya û çend biryar jî daye.

Îro civata bilind ya hêlbirînê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro duşem 15 Adara 2021an me gerînendetiya civîna normal ya civata bilind ya hêlbirînê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr jî têde beşdar bû, giftûgo li ser wejandin û geşe pêdana hêlbirînê, nehêştina rotînan û çê kirina portaleke taybet bo bilez cîhbicîh kirina karûbarên hêlbirneran û destpê kirina projeyên rawestayî û temam nekirî û herwiha danîna mekanîzmek bo çawetiya guhertina sekterên hêlbirînê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de me behsa vê yekê kir ku kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê, her di roja destbikar kirina xwe de, hewl daye daku prosesa hêlbirînê di warên curbicur de berfire bike û asankariyên pêwîst jî pêşkêşî hêlbirînerên navxweyî û biyanî bi rêya dariştin û serrast kirina qanûnên hêlbirînê û pere dan bi xizmetgozariyên elektironîkî û cîhbicîh kirina sîstema yek pencereyî, bike daku prosesa hêlbirînê bileztir bibe û li gor pêdiviyên herêma Kurdistanê be.

Di beşeke din ji civînê de piştî giftûgo û lihev veguhastina nêrînan çend biryar derbarê geşe pêdana hêlbirînê û sazmandehî kirina pêdana îzna projeyên hêlbirînê hatin derxistin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.