Siûdiye debistanên Tirkî daxist

di navbera wan du welatan de alozî hene.
کوردستان TV
100%

 

Nêzî 5 debistanên Tirkî li Siûdiyeyê hebûn.

Berpirsê beşê perwerdehiya Tirkiye ya li derveya Tirkiyeyê ya ser bi wezareta perwerde ya Tirkiyeyê, Ehmed Emre ragihand ku hikûmeta Siûdiyeyê biryara daxistina tevahiya debistanên Tirkî yên li vê welatî daye.

Emre diyar kiriye ku li Siûdiyeyê 5 debistanên Tirkî hene bi taybetî li her du bajarên Meke û Medîneyê lê tevahiya wan debistanan hatine daxistin û rixmî hewldanên Tirkiyeyê ev debistan nehatine vekirin.

Weke tê zanîn nakokî di navbera Tirkiye û Siûdiyeyê de hene, sala derbasbûyî jî Siûdiye boykot danî bû ser berhemên Tirkî û niha jî li ser pirsa Ege û Rojhilatê Behra Spî di navbera her du aliyan de alozî hene û Tirkiye bi tundî bertek nîşanî beşdarî kirina Siûdiyeyê di tetbîqata leşkerî ya li Yûnanê dabû.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.