Artêşa Îraqê çend hewlên DIŞIê pûç kiriye.
Artêşa Îraqê ragihand ku ev demêke ku terorîstên DIŞIê hewl bo vê yekê didin daku ji Sûriyeyê derbasî nava axa Îraqê bibin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê di rojên pêş de hêzên ser bi artêşa Îraqê karîne çend hewlên terorîstên DIŞIê yên ku dixwestin ji Sûriyeyê derbasî Îraqê bibin pûç bikin.
Artêşa Îraqê diyar kiriye ku piraniya hewlên terorîstên DIŞIê li devera Rojavayê Şingalê ne û dixwazin ji wir ve derbasî nava axa Îraqê bibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin