Bi eşkence kirina qetil kiriye.
Navenda Hengawê ya mafên mirovan belav kir ku, êwara roja înê, hêzên çekdar yên Tirkiyeyê li sînorê Qutûlê di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê de çend Kolberên Kurd binçav kirine.
Artêşa Tirkiyeyê bi awayeke hovane eşkence li wan kolberên Kurd kiriye û diencama eşkence kirinê de kolberekî Kurd bi navê Burhan Mihemedî temen 23 sal canê xwe ji dest daye.
Hate zanîn ku termê kolberê han di destê artêşa Tirkiyeyê deye û jiber daxistî bûna sînoran malbeta wî nikarin biçin termê werbigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin