Îro roja ji dayikbûna Barzaniyê Nemire

zêdetir ji nîv sede xebat û têkoşîn kiriye.
کوردستان TV
100%

 

Beriya 118 salan li gundê Barzan ji dayik bû.

Îro 14ê Adarê, roja ji dayikbûna rêberê netewî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê nemire.

Mele Mistefa Barzanî di roja 14ê Adara 1903 de li gundê Barzanê ji dayik bû.

Mele Mistefa Barzaniyê nemir zêdetir ji nîv sede xebat û têkoşîn bo bidest xistina mafên reva yên gelê Kurdistanê kir û tevahiya jiyana xwe bo rizgarî, azadî û bidest xistina mafên reva yên gelê Kurdistanê feda kir.

Her sal bîranîna Barzaniyê nemir li seraserê Kurdistanê bi merasîm û çalakiyên curbicur tê pîrozkirin.

Di salên berê de bi çandina daran û serdan kirina gora wî ya li Barzanê, ev bîranîn dihat pîrozkirin, lê îsal jiber Koronayê serdana gora wî nayê kirin û Kurdistanî bi çalakiyên din û çandina daran, ev bîranîna han pîroz dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.