Îraq dixwaze welatên cîran avê ser qut neken.
Îro li Bexdayê bi beşdariya hijmareke rayedarên Îraqê û pisporên navnetewî kongreyek bi navê kongreya avê destpê kir.
Di kongreya han de yaku nunerên Îran û Tirkiyeyê jî hatine vexwandin, giftûgo li ser kêşeya kêm avî, çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Îraq, Tirkiye û Îranê de li ser avê tê kirin.
Îraq behsa vê yekê dike ku Îran û Tirkiye jiber çê kirina bendavan li ser rûbarên ku diçin nava axa Îraqê jî, kêşeya kêm avî bo Îraqê çê dikin.
Kongreya han du rojan berdewam dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin