Ji Çînê kiriye.
Li gor çapemeniya Îraqê, wezareta derve ya Îraqê daxwaza kirina 2 miliyon vaksînên din jî Çînê kiriye.
Çapemeniya Îraqî behsa vê yekê kiriye ku vê di meha pêşiya me de 2 miliyon vaksînên din yên dijî Koronayê ji Çînê bigehêjin Îraqê û prosesa vaksîne kirina xelkê li Îraqê jî bidome.
Ev mijara han di peywendiyeke telefûnî ya di navbera her du wezîrên derve yên Îraq û Çînê de hatiye nîqaşkirin û her du alî li ser vê mijarê lihev kirine.
Weke tê zanîn di destpêka meha Adarê de yekem karwana vaksînan ku 50 hezar vaksîn bû gehêştibû Îraqê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin