Daxwaza ji kar avêtina Parêzgar dikin.
Îro li Parêzgeha Necefê ya Îraqê xwepîşandaneke berfire hate organîzekirin.
Di xwepîşandanê de Xwepîşander jiber gendelî û nebûna xizmetgozariyan li bajarê Necefê daxwaza ji kar avêtina Parêzgarê Necefê dikin.
Xweepîşdaner dibêjin parêzgarê niha û yên berê bajêr bi başî îdare nekirine, destê wan di dosyeyên mezin yên gendeliyê de hene lewre lazime werin cezakirin û ji kar avêtin.
Weke tê zanîn di hefteya derbasbûyî de li her du parêzgehên Zîqar û Wasêt jiber daxwaza Xwepîşanderan, du Parêzgar ji kar hatin avêtin.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin