Civata wezîran projeyek taybet bi xwendinê pejrand

raportek jî derbarê encamên serdana Papayê de hate nirxandin.
کوردستان TV
100%

 

Civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 10 Adara 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de bi minasebeta roja cil û kincên netewî ku ev çend sale welatiyên herêma Kurdistanê di roja 10 Adarê de bi çalakiyên curbicur rêz ji kincên netewî digirin, me pîrozbayî li Kurdistaniyan kir.

Di berdewamiya civînê de me behsa serdana Qedaseta Papaya Vatîkanê bo herêma Kurdistanê kir û ev serdana han bi serdaneke girîng û dîrokî wesif kir û me got: Ev serdana han ev yek dubare kir ku herêma Kurdistanê navendeke girîng ya bihevre jiyana aştiyaneye li deverê de.

Me herwiha spasî û destxweşî pêşkêşî organîzatoran, dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî hêzên ewlekarî kir ku bo serxistina serdana han ku bi awayeke serkeftî di rewşeke aram de pêk hat.

Pişt re her yek ji wezîrên Ewqaf û karûbarên olî û Serokê fermangeha têkiliyên derve, raportên xwe yên derbarê serdana Papa de û girîngiya serdana han û encamên serdanê bo herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.

Di beşeke din ya civînê de wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî, bernivîsa dawî ya projeya pere pêdana îzna xwendinê li herêma Kurdistanê pêşkêş kir, piştî nirxandin û lihev veguhastina ramanan û pêşniyar kirina çend pêşniyaran û ser rast kirinê ev projeya han hate pejrandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.