Duhê bişev şereke giran di navbera cîhadiyan û YPG de derketiye

cîhadiyek hatiye kuştin û pişt re jî gund hatine topbarankirin.
کوردستان TV
100%

 

Şer li Bakûrê Helebê derketiye û cîhadiyek jî hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê, duhê bi şev li Bakûrê Helebê li derdorê gundê Kefir Xaşir şereke dijwar di navbera cîhadiyên Tirkiyeyê û şervanên YPGê de çê bûye.

Di encama şerê han de herî kêm cîhadiyek hatiye kuştin û pişt re jî cîhadiyên Tirkiyeyê û artêşa Tirkiyeyê bi hevre dest bi topbaran kirina gundên li deverê kirine.

Ji aliyeke din ve duhê jî artêşa Tirkiyeyê komeke din ya cîhadiyan û hêzên komando yên xwe veguhastiye devera Efrînê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.