Madeyê hişber li cem wan bûye.
Polîsê Parêzgeha Besreyê belav kiriye ku karîne di operasiyonekê de 9 endamên tîmeke mezin ya mafiyayî binçav bikin.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya Polîsê Besreyê banda han yaku ji 9 kesan pêk hatiye, netenê karê bazirganî kirin bi madeyên hişber kirine belku, heb û dermanên qedexe kirî jî firotine û di dema girtina wan de madeyên hişber û derman û hebên qedexekirî jî li cem wan hebûne.
Herwiha polîs diyar kiriye ku du zarok jî li cem banda han girtî bûne û xwestine bo karên cinsî wan bikar bînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin