NATO: Emê berdewam bin li ser perwerde kirina artêşa Îraqê

daxwaz hatiye kirin daku NATO hêzên xwe zêdetir bike.
کوردستان TV
100%

 

Niha zêdetir ji 300 leşkerên NATO li Îraqê ne.

Nunerê NATO yê li Îraqê Perry Olsun ragihand ku erkên NATO yên li Îraqê berdewam dibin û ji bilî şerê, erkên din yên NATOyê li Îraqê hene.

Perry Olsun herwiha eşkere kiriye ku NATO şêwirmendî bo artêşa Îraqê dike û artêşa Îraqê jî perwerde dike.

Olsun balkêşande ser vê yekê ku niha li Îraqê zêdetir ji 300 pispor û şêwirmendên leşkerî yên NATO yê hene.

Nav hatî eşkere kiriye ku rayedarên têkildar yên Îraqê daxwaz ji NATO kirine daku hêzên xwe yên leşkerî li Îraqê zêdetir bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.