Serokwezîr li gel wezîrê Hengarî civiya

Kurdistan û Hengariya têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

 

 

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Hengariyayê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê Hengarî yê bo karûbarên taybet bi mesîhiyan Tristan Azbej kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 9ê Adara 2021an me pêşwaziya wezîrê dewleta Hengariya bo hevkarî kirina mesîhiyên stem lêkirê Tristan Azbej kir.

Di civînê de wezîrê dewleta Hengariya stayîşa herêma Kurdistanê kir ku mînaka geşedar ya bihevre jiyana aştiyane ya olî û etnîkiye li deverê de û mêwandariya sedan hezar aware û penbaran kiriye di nava wan de jî mesîhiyan.

Spasiya hêzên pêşmerge jî kir ku qurbaniyeke zêde bo parastina mesîhî û pêkhateyên din di dema şerê DIŞIê de dane.

Wezîrê deweleta Hengariya herwiha spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir bo ser xistina serdana Papaya Vatîkanê û ev pêşwaziya gerim ya ku li herêma Kurdistanê ji Papayê hatiye kirin.

Me jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Hengariyayê kir ku di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DIŞIê de pêşkêş kirine û kêfxweşiya xwe jî li hember pere pêdana pir alî ya têkiliyên li gel Hengariyayê diyar kir.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.