Serokê herêma Kurdistanê spasî hevkariyên Macarîstanê kir

behsa çend mijarên hevbeş kirin.
کوردستان TV
100%

 

Berî nîvroya îro sêşem 09.03.2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya birêz Wezîrê Dewlet yê Karubarê Krîstiyanan li Hikûmeta Macarîstanê Tristan Azbej kir.

Di hevdîtinê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê yên ji bo yarmetiya serbazî û hevkariyên miroviyên Macarîstanê yên ji bo koçber û penaberan bi taybetî koçberên Krîstiyan û Êzdiyên li Herêma Kurdistanê derbirî û dûpat kir ku koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi yarmetî û piştgîriyên zêdetirê navdewletî heye.

Di hevdîtinê de ku Konsulusê Giştî yê Macarîstanê li Hewlêrê têde amade bû István Emri, Tristan Azbej ji bilî dûpatkirina spas û pêzanînên Macarîstanê yên ji bo rola Pêşmerge ya li parastina Krîstiyanan û pêkhatên din, tekez li ser berdewamiya pêgiriya welatê xwe ya ji bo hevbeşiya li gel Herêma Kurdistanê û yarmetîdana koçber û penaberan kir.

Her wiha rêzdar spas û pêzanînên Macarîstanê yên ji bo kultûra pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê derbirî û serdana Papayê Pîroz ya ji bo Herêma Kurdistanê bi peyameke girîng û pêzanîna wê kultûrê da zanîn û hêvî xwest serdana wî bibê handerê kûrkirina zêdetirê wê kultûrê.

Korona, proseya lêdana derziya dijî pejikê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Macarîstanê, rewşa koçber û penaberan û babeta vegerandina wan ya li ser warên wan, metirsiyên terorê, serhildana DIŞIê û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, çend mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Ji shk hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.