Bi qasî du hefteyên din hatiye dirêjkirin.
Hikûmeta Îraqê biryar daye daku bi qasî du hefteyên din li Îraqê qedexeya hatûçûyê di meriyetê de be.
Li gor daxuyaniya civata wezîran ya Îraqê, ji ber belav bûna zêde ya Koronayê, bimebesta parastina welatiyan, biryar hatiye dayîn daku 2 hefteyên din li Îraqê bi taybetî li Bexdayê qedexeya hatûçûyê di meriyetê de be.
Qedexeya han ji seat 8ê şev destpê dike heta 5 sibê berdewam dibe.
Weke tê zanîn beriya niha bi du hefteyan dîsa qedexeya derketinê hatibû ragihandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin