Li Hewlêrê li gel Serok Barzanî civiya.
Piştî ku îro Papaya Vatîkanê di çarçoveya serdana xwe de ya bo Îraq û Kurdistanê, gehêşte Hewlêrê, li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê, Papa li gel Serok Barzanî jî civiya.
Di civînê de Papa bi taybetî spasiyeke gerim pêşkêşî Serok Barzanî kir jiber berevanî kirin û parastina pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê de û dabîn kirina bihevre jiyana aştiyane bo wan.
Papa ji Serok Barzanî re got: Min Kurdistan jibîr nekiriye, li ser daxwaza Serokê herêmê û Serokwezîrê herêmê ev serdan pêk aniye, min serdana we û Serokwezîr jî ji bîr nekiriye, we ne tenê pêşwaziya min belku pêşwaziya mesîhiyan jî kir, di dema êrîşên DIŞIê de we berevanî ji mesîhiyan kir, ew parastin û weke bira pêşwaziya wan kir.
Serok Barzanî jî hêviya vê yekê xwest ku serdana Papa bibe sedema bihêztir bûna çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de û got: Bi çanda bihevre jiyana aştiyane ya gelê Kurdistanê serfirazim, ev çanda han hez jê kirin û biratiya me bihêztir kiriye, bi navê tevahiya pêkhateyên Kurdistanê pêşwaziya cenabê we dikim serdana we cîhê rêzdariya me ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin