Papa gehêtşe Mûsilê û gotarek jî pêşkêş kir

vê biçe Qereqûşê jî.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje teror zirarê dide mirovatiyê.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îraq û Kurdistanê de, îro Papaya Vatîkanê danê sibê gehêşte Hewlêrê û li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasîma pêşwaziyê, Papa li gel Serok Barzanî, Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiya û rayedarên Kurdistanê jî çend diyariyek pêşkêşî Papa kirin.

Pişt re Papa ber bi Mûsilê ve birê ket û gehêşte Mûsilê.

Li Mûsilê bi merasîmek pêşwaziya Papayê hate kirin û papa jî gotarek kurt pêşkêş kir û ragihand ku teror zirarê dide tevahiya aliyan û cîhanê, em liwir dua bo qurbaniyên destê terorê dikin.

Papa tekez li ser vê yekê jî kir ku teror bandoreke nerênî li ser tevahiya olan kiriye.

Biryare piştî Mûsilê jî Papa serdana Qereqûşê bike û liwir jî li gel şêniyên mesîhî yên deverê bicive û pişt re vedigere Hewlêrê û piştî nîvroyê vê li yarîgeha Franso Herîrî ya li Hewlêrê jî merasîma Qedasa mezin tê organîzekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.