11 berketiyên berê jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 4 hezar û 68 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 3 hezar û 883 berketiyên berê jî baş bûne û 11 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Îraqê bi giştî 13 hezar û 548 kes canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin