Kazimî: Êrîşên han zirarê didin pêşkeftinên Îraqê

bi 10 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

 

Îro dîsa êrîşî navenda Eyn Esed hatiye kirin.

Îro piştî êrîşa mûşekî ya bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esed yaku hêzên hevpeymanan têde dimînên, Serokwezîrê Îraqê, li gel civata ewlekariya nîştimanî civiya.

Li gor daxuyaniya nîvîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî, di civînê de Mistefa Kazimî bi tundî êrîşên han mehkûm kiriye û ragihandiye ku bi ti awayî êrîşên han nayên qebûlkirin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku Mistefa Kazimî behsa vê yekê kiriye ku êrîşên han zirarên mezin didin pêşkeftina Îraqê û rê li ber zêdetir alozbûna rewşa Îraqê vedikin.

Kazimî tekez li ser vê yekê kiriye ku ev komên ku ev êrîşên han pêk tînin ti girîngiyek bi Îraqê û berejwendiyên gelê Îraqê nadin.

Weke tê zanîn îro danê sibê bi 10 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esedê hatibû kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.