Balyozê Brîtanyayê: Em jiber êrîşan dilgiranin

dibêje êrîşên han aramiya Îraqê têk didin.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje êrîşên han aramiya Îraqê têk didin.

Balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey ragihand ku ji êrîşên ku li Îraqê bo ser nuneratî û dîplomatên welatên biyanî pêk tên dilgiranin.

Stephen Hickey herwiha diyar kiriye ku ev êrîşên mûşekî yên ku li deverên curbicur yên Îraqê pêk tên, zirarê didin Îraqê û dibin sedema têkçûna aramiya Îraqê.

Nav hatî di berdewamiya peyama xwe de bi tundî êrîşa mûşekî yaku bo ser navenda leşkerî ya Eyn Esed jî pêk hatiye şermezar kiriye.

Hickey herwiha diyar kiriye ku berdewamiya êrîşên han dibe sedema bê encam kirina hewldanên dijî terorîstên DIŞIê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.