Balefirên Îraqî pêgehên DIŞIê bordiman kirin

hijmarek terorîst jî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

 

Li Selahdîn û Kerkûkê bordiman kirine.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îraqê, îro balefirên şer yên Îraqê li dijî terorîstên DIŞIê operasiyoneke asmanî lidar xistine.

Di operasiyona han de yaku li her du parêzgehên Kerkûk û Selahedînê hatiye lidarxistin, çend pêgehên terorîstên DIŞIê hatine bordiman kirin û jinav birin.

Ajansa han diyar kiriye ku di encama ev operasiyona han de hijmareke zêde terorîstên DIŞIê jî hatine kuştin.

Artêşa Îraqê eşkere kiriye ku pêgehên terorîstan li başûrê Rojavayê Kerkûkê û bakûrê parêzgeha Selahedînê de bûne û bi temamî hatine wêrankirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.