Di mehekê de 16 kolber bûne qurbanî

tenê li Parêzgeha Sineyê 10 bûyer hatine tomarkirin.
کوردستان TV
100%

7 kolber canê xwe ji dest dane.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku tenê di meha Sibata îsal de li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de 16 kolberên Kurd bûne qurbanî.

Li gor raporta Hengawê, di meha Sibatê de li ser sînorên her du beşên Kurdistanê de, di encama êrîşa çekdarên rejîma Îranê de 7 Kolber canê xwe ji dest dane û 9 kolberêndin jî birîndar bûne.

Navenda han diyar kiriye ku ji sedî 56 wan bûyeran bi êrîşa raste rast ya çekdarên rejîma Îranê çê bûne. Herwiha hate zanîn ku piraniya wan bûyeran li Parêzgeha Sineyê qewmîne û tenê di meha Sibatê de li Sineyê 10 bûyerên wisa hatine tomarkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.