50 hezar vaksîn gehêştine Îraqê

vê 5 hezar vaksîn jî bo Kurdistanê werin şandin.
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê ji Çînê gehêştine Bexdayê.

Îro ev balefira Îraqî yaku bo veguhastina vaksîna dijî Koronayê çû bû Çînê, vegeriya û gehêşte Bexdaya paytext.

Ev balefira han li gel xwe bi qasî 50 hezar vaksînên dijî Koronayê aniye Îraqê.

Anîna wan 50 hezar vaksînan di çarçoveya rêkeftina navbera wezareta tendirostî ya Îraqê û balyozxaneya Çînê deye ku têde lazime Çîn 2 miliyon vaksînan bifiroşe Îraqê.

Para Kurdistanê jî di wan vaksînan de heye û beriya çend rojan jî wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê diyar kiribû ku di wan rojan de 5 hezar vaksîn digehêjin Kurdistanê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.