Proje qanûnek taybet bi rizgar bûyiyên Êzidî hate pejrandin

ev yekem proje qanûne ku taybete bi Êzidiyan.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê parlementoya Îraqê ve hatiye pejrandin.
Yekem proje qanûna taybet ya bi rizgarbûyiyên Êzidî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn revandin, hate pejrandin.
Ev proje qanûna han yaku taybete bi rizgarbûyan, têde behsa çend mijaran hatiye kirin weke dabîn kirina mûçe bo rizgarbûyiyan, piştîvanî kirina kesûkarên qurbaniyan û herwiha piştîvanî kirina kes û karên rizgarbûyan.
Di proje qanûna han de hatiye diyarkirin ku lazime, parçe erd ji wan re were dayîn, hevkariyên darayî yên bo çê kirina xaniyan û herwiha hevkariyên darayî yên bo xwendinê ji wan re werin pêşkêşkirin.
Di qanûna han de behsa parastina mafên zarokên Êzidî û herwiha jin û keçên rizgarbûyî yên Êzidî jî dike.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.