Sibê yekem karwana vaksînê digehêje Îraqê

vaksîna han ji kompaniyeke Çînî hatiye dabînkirin.
کوردستان TV
100%

 

Wezareta tendirostî ya Îraqê dibêje hewlên me bo dabîn kirina vaksînê berdewamin.

Wezareta tendirostî ya Îraqê belav kiriye ku hewldanên hikûmetê yên bo dabîn kirina vaksîna Koronayê berdewamin û di çarçoveya wan hewlan de, vê sibê yekem karwana vaksîna dijî Koronayê bigehêje Îraqê.

Wezaretê diyar kiriye ku hikûmeta Îraqê bi berdewamî li gel kompaniyên Amerîkî, Brîtanî, Rûsî û Çînê di nava têkiliyan deye bo dabîn kirina vaksîna dijî Koronayê.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku yekem karwana vaksîna dijî Koronayê ji Çînê tê anîn û sibê duşem digehêje Bexdayê.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.