Di salekê de 40 kes bûne qurbanî

10 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Jiber teqîna mînan bûne qurbanî.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê mînên serdema şerê 8 sale ya di navbera Îran û Îraqê de hîn jî metirsiyeke mezinin bo ser şêniyên Rojhilatê Kurdistanê.

Hengawê belav kiriye ku tendê di salekê de 40 welatî li deverên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê de jiber teqîna mînan bûne qurbanî.

Li gor raporta Hengawê hijmara kesên ku di sala 2020an de di encama teqîna mînan de bûna qurbanî li gor sala 2019an sedî 32.5 zêde bûye.

Navenda han eşkere kiriye ku di salekê de 10 kesan jiber teqîna mînan canê xwe ji dest dane û 30 kesên din jî birîndar bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.