Jen Psaki: Serokê Amerîkayê peyameke eşkere da Îranê

dibêje Kongrês jî ji êrîşê agehdar bûye.
کوردستان TV
100%

Bi rêya êrîşa ku bo ser çekdarên pêk hatiye ev peyam daye.

Peyvdara Koşa Spî Jen Psaki derbarê êrîşa mûşekî ya duhê danê sibê ya bo ser çekdarên Îranî li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de diyar kir ku, êrîşa han têkildarî êrîşa ser Hewlêrê û êrîşên dijî hevpeymananên yên ku li Îraqê pêk tên.

Psaki ev yek eşkere kiriye ku Kongrêsa Amerîkayê ji êrîşa han agehdar bûye û êrîş bi fermana raste rast ya Serokê Amerîkayê pêk hatiye û ev êrîş peyameke eşkere ya Serokê Amerîkayê ye bo Îranê.

Weke tê zanîn ev êrîş duhê danê sibê pêk hatiye di encama êrîşê de herî kêm 17 çekdarên ser bi Îranê hatine kuştin û wezareta berevanî ya Amerîkayê jî behsa vê yekê kiriye ku êrîşa han bersifdana êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê ye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.