Amerîka: Ev êrîş bersifek bû bo êrîşa ser Hewlêrê

êrîş bi fermana Serokê Amerîkayê hatiye pêkanîn.
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşê de herî kêm 17 çekdarên ser bi Îranê hatine kuştin.

Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê duhê bi şev ragihand ku di çarçoveya bersifdana Amerîkayê de ya bo êrîşa mûşekî yaku bo ser Hewlêrê hatibû kirin, hêzên Amerîkî li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê êrîşî ser çend komên çekdar yên Hizbulaha Îraqê û lîwaya Seyêd Elşuheda kirine.

Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê John Krbiy ev yek eşkere kiriye ku ev êrîş di çarçoveya fermana Serokê Amerîka Jeo Biden, bo bersif dana êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê hatiye pêkanîn.

Nav hatî diyar kiriye ku di encama êrîşa han de herî kêm 17 çekdarên ser bi Îranê hatine kuştin û zêdetir ji 9 navendên wan çekdaran jî hatine wêrankirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.