Li Efrînê teqîn çê bû

teqîn bi rêya bombeyeke vedayî çê bûye.
کوردستان TV
100%

Li gor amarên destpêkê 3 kes birîndar bûne.

Li gor jêderên herêmî, îro danê sibê li bajarê Efrînê yaku ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatiye dagîrkirin, bombeyek teqiyaye.

Bombeya han bi paseke biçûk hatibû zelqandin û teqandin.

Teqîn li kolana vîlayan ya li Efrînê pêk hatiye û tê gotin ku 3 kes birîndar bûne.

Weke tê zanîn li gel dewam kirina prosesa duhertina demografiya Efrînê, zextên Tirkiye li ser Kurdan, teqîn jî li vê bajarê çê dibin û xelkê medenî jî dibe qurbanî.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.