3 kîlo madeyên hişber jî cem wan bûye.
Birêveberatiya nehêştina madeyên hişber ragihand ku hêzên wan karîne di operasiyonekê de li bajarê Soranê 3 kesan binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han ew her sê kesên han bazirganî bi madeyên hişber kirine û dema hatine girtin 3 kîlo madeya hişber jî li cem wan bûye.
Hate diyarkirin ku yek ji girtiyan xelkê Îranê ye, duyên din jî xelkê herêma Kurdistanê û ev madeyên hişber bi awayeke qaçax li sînora Wertêyeve anîne Soranê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin