Walîtiya Dihukê kuştina dîleke medenî şermezar dike

di dema operasiyona Garê de hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêje ew dîl ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin û em ev yek mehkûm dikin.

Walîtiya Dihukê derbarê kuştina welatiyê medenî yê şîniyê parêzgeha Dihukê Cotiyar Muhsên Siyarî yê ku ev demek bû ji aliyê PKKê ve dîl hatibû girtin, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de walîtiya Dihukê bi tundî ev kiriyara han mehkûm û şermezar kiriye û eşkere kiriye ku girtin û ceza kirina welatiyên medenî yên herêma Kurdistanê tenê pîwerdariya dezgehên fermî yên dadwerî yên herêma Kurdistanê ne.

Weke tê zanîn ew welatiyê han di dema operasiyona Garê de li gel 13 leşkerên Tirk yên ku di destê PKKê de dîl bûn hatiye kuştin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.