Hevpeymaniya Fetih: Bila biryar were cîhbicîh kirin

NATO hijmara hêzên xwe li Îraqê zêde dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje bila hêzên Amerîkî werin derxistin.

Hevpeymaniya Fetih ya li parlementoya Îraqê diyar kir ku lazime biryara parlementoya Îraqê ya bo derxistina hêzên Amerîkî li Îraqê were cîhbicîhkirin.

Hevpeymaniya Fetih di daxuyaniya xwe de derbarê zêde kirina hijmara hêzên NATO jî li Îraqê diyar kiriye ku lazime parlementoya Îraqê vê yekê bipejrîne û eger nepejrîne nabe tişteke wisa biqewme.

Sala derbasbûyî jiber zextên şîeyan parlementoya Îraqê biryar da daku hêzên Amerîkî ji Îraqê werin derxistin.

Herwiha beriya çend rojan jî NATO belav kiribû ku vê hijmara hêzên xwe yên li Îraqê zêdetir bike û berdewam be li ser hevkarî kirina artêşa Îraqê di şerê dijî terorê de.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.