Li Nasiriyeyê xwepîşandan destpê kir

daxwaza dev jikar berdana berpirsên îdarî dikin.
کوردستان TV
100%

Li berdem navenda Parêzgariyê agir hil kirin.

Îro duşem bi hezaran şêniyên bajarê Nasiriyeya navenda Parêzgeha Zîqarê ya li Başûrê Îraqê dîsa daketin kolanan û dest bi xwepîşandanê kirin.

Welatiyên xwepîşander li berdem navenda Parêzgariyê bi şewitandina lastîk û tayeyên tirimbîlan nerazîbûna xwe li hember nebûna kar, xizmetgozarî û nebûna ewlekarî diyar kirin.

Weke tê zanîn ew demeke ku li Nasiriyeyê xwepîşandan hene, lê heta niha aliyên têkildar bersifa daxwazên welatiyan nedane lewre îro Xwepîşander daxwaza dev ji kar berdana berpirsên îdarî yên Parêzgehê dikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.