Serokwezîr li gel wezîrê çavkaniyên avê civiya

behsa mekanîzma dabîn kirina pêvidiyên nûjen kirina bendavan kirin.
سەرۆکی حکومەتی هەرێمی کوردستان و وەزیری سەرچاوە ئاوییەکانی عێراق
کوردستان TV
100%

Behsa kêşeyên mûçeya karmendên bendavan li herêma Kurdistanê de kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê çavkaniyên avê yê hikûmeta fedralî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro yekşem 21/2/2021an me pêşwaziya wezîrê çavkaniyên avî yê hikûmeta fedralî Mehdî Reşîd Hemdanî kir.

Di civînê de me gifûgo derbarê pere pêdana hemahengiya navbera wezareta çavkaniyên avê ya fedralî û wezareta çandin û çavkaniyên avê ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî nirxandina encamên projeyên steratejîkî û dabîn kirina pêdiviyên nûjen kirina bendavan û çê kirina bendavên nû li Îraq û herêma Kurdistanê de.

Di berdewamiya civînê de me giftûgo derbarê mekanîzma çareser kirina kêşeya mûçeya fermanberên bendavên herêma Kurdistanê kir ku çend mehe ji aliyê hikûmeta fedralî ve weke mûçeya karmendên herêmê nehatiye şandin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.