Dibêje di navbera pêkhateyan de hevbeşî û hevparî tuneye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de ku di merasîma şehîd nîştiman yaku li Hewlêrê hatibû organîzekirin behsa kêşeyên Îraqê kir û anî ziman ku kêşeya serekî ya Îraqê nebûna hevbeşî û hevpariyê ye di navbera pêkhateyên Îraqê de.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, lazime bo pêşerojeke baştir aliyên Îraqî bihev re kar bikin û em weke Kurdistan amadene bo serrast kirina prosesa siyasiya Îraqê dest bi diyalogê bikin.
Barzanî diyar kir ku, kêşe û arîşeyên ti pêkhateyekê nabine sedema serkeftin û destkeftê bo pêkhateyên din.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin