Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  3 kesên din  bi koronayê mirin

heta niha bi giştî 311 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Îro Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 3 kesan bi vîrusa koronayê (Covid-19)  jiyana xwe ji dest daye û 4 kesên din pê ketine.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi vîrusê ketine jinek û 3 zilam in û li van herêman in:
Girkê Legê: 1
Tebqa: 2
Dêrazor: 1
Ciwan Mistefa her wiha eşkere kir ku 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û kesek jî baş bûye.
Bi van daneyan re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 592 kes bi vîrusê ketine, ji wan 311 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 241 kes baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.