Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye

zêdetir ji 40 miliyon kesan bi Kurdî diaxevin.
کوردستان TV
100%

21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve di 17 Mijdara 1999an de li cihanê weke Roja Zimanê Dayikê hatiye qebulkirin.

Îro 21ê Sibatê  her sal li seranserê cîhanê  bi çalakiyên curbicur tê pîrozkirin.

Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî li cîhanê bêhtirî 7 hezar ziman hene, metirsiya jinavçûnê li ser 500 zimanî heye.

Li gorî bendên mafên mirovan, xwendin bi zimanê dayikê mafê her kesî ye.  Li gorî amarên UNESCO, li cîhanê nêzikî ji sedî 40  ji mafê xwendinê bi zimanê dayikê bê par in.

Bêhtir ji 40 milyon kesî li cîhanê bi Zimanê Kurdî diaxivin lê ji ber asîmîlasyonê zimanê Kurdî jî di bin xeterê de ye.

Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê mafê xwendinê bi zimanê dayik nîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.