5 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

yek ji wan waliyê DIŞIê ya li Tarimiyeyê bûye.
کوردستان TV
100%

Li navçeya Tarimiye ya li Bexdayê hatine kuştin.

Artêşa Îraqê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên li dijî terorîstên DIŞIê de, îro li navçeya Tarimiye ya li Bakûrê Bexdayê operasiyoneke din hatiye lidarxistin.

Di encama operasiyona han de 5 terorîstên DIŞIê hatine kuştin ku di nava wan de waliyê şerî yê navçeya Tarimiye ya DIŞIê jî heye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev her 5 terorîst xwekuj bûne û piştîneya bombekirî bi wan re bûye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.