Rob Menendez: Lazime Amerîka berdewam be li ser piştîvanî kirina Serokwezîrê Kurdistanê

dibêje lazime hevkarî û hemahengiya navbera hêzên Amerîkî û Kurdistanî zêdetir be.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime Amerîka pêşiya gefên ser Hewlêrê bigire.

Berpirsê komîteya têkiliyên derve ya senatoya Amerîkayê Rob Menendez di gotareke xwe de ku li kongrêsa Amerîkayê pêşkêş kiriye tekez li ser vê yekê kiriye ku lazime Amerîka piştîvaniya xwe bo Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bidomîne.

Rob Menendez herwiha behsa êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê kiriye û ragihandiye ku lazime Amerîka pêşiya gefên ser Hewlêrê jî bigre û bo vê yekê lazime piştîvaniya xwe bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hêzên ewlekarî yên Kurdistanê bidomîne.

Nav hatî bi tundî êrîşa ser Hewlêrê jî mehkûm kiriye û raghandiye ku ev êrîşa han vê yekê îsbat dike ku pêdiviya artêşa Amerîka û hêzên ewlekarî yên Kurdistanê bi hevkarî û hemahengiyeke zêdetir di navbera xwe de heye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.