QSD: Di operasyona li Dêrazorê de 87 çete hatin girtin

dest bi ser çek û cebelxaneyê de jî hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya operasyona xwe ya li Dêrazorê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 87 çete hatine girtin û gelek çek hatine desteserkirin. Her wiha di operasyonê de berpirsên qetilkirina her du jinan Seîda û Hind jî hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyand ku operasyona wan a li herêma Dêrazorê berdewam dike.

 Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demên dawîn de tevgerên DIŞI’ê li herêma Dêrazorê zêde bûne û hate gotin: “DIŞI bi taybetî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker a li hember destkeftiyên gelê herêmê hêzê digire û hewl dide ku xwe komî ser hev bike. Ji ber vê yekê di demên dawîn de bi taybetî li herêma Siwar, di giştî herêma Dêrazorê de, gelek çalakiyên terorê hem li hember gel, hem jî li hember endamên Rêveberiya Xweser li dar xistin. Yek ji wan fealiyetan jî, qetlkirina 2 jinên şoreşger, endamên Meclisa Til Şayir a girêdayî Deşîşa, Seîda Feysel El-Hermas û Hind Letif El-Xidar bû. Ji bo tolhildana her du jinên şoreşger û pêşî li birêxistinbûn û xurtbûna DIŞI’ê were girtin, roja 4’ê Sibatê bi tevlêbûna hezên QSD, YPG, YPJ û Ewlekariya Hundirîn, li herêma Dêrazorê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin. Ev operasyon roja 14’ê Sibatê bi encam bû.”

‘KUJERÊN HER DU JINÊN ŞOREŞGER SEÎDA Û HIND, HATIN GIRTIN’

Hate destnîşankirin ku bi ser gelek noqteyên DIŞI’ê de hatiye girtin û wiha hate gotin: “Kujerên her du jinên şoreşger Ebrahîm Abd El Razzaq Hitler jî di nav de bi giştî 87 kes hatin girtin, miqdarek cebilxane hat desteserkirin. Her wiha li herêma Dişîşa, tunelek aîdî DIŞIê hat dîtin. Bîlançoya operasyonê wiha ye;

87 çete hatin girtin û 15 çekên AK-47, 8 demançe, 4 çekên sekvanî, 5 tifingên nêçîrê, çekeke Sinopal, 2 bombe û 2 mayin hatin desteserkirin.”

QSD’ê di dawaiya daxuyaniya xwe de wiha lê zêde kir: “Bi vê operasyonê ve derbeyek giran li hewldanên DIŞI’ê ya xwe komkirinê hat xistin û operasyon bi awayekî serkeftî hat meşandin. Di vê serkeftinê de berpirsiyar nêzikbûn û destek dayina gelê Dêrazorê jî cihek girîng digire. Pêwîste ev nêzikatî bi awayek xurttir berdewam bike. Operasyonên me li hember DIŞI’ê dê berdewam bikin.”

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.