YXK peyamek belav kiriye û dibêje emê xebat û têkoşîna xwe bidomînin.
Îro 68mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ye û bi vê minasebetê YXK peyamek bo raya giştî belav kiriye.
Di peyama YXKê de hatiye diyarkirin ku berdewam dibin li ser rêbaza Kurdatî, xebat û têkoşîna bo berevanî kirin ji maf û daxwazên reva yên netewî yên gelê Kurdistanê.
YXK di 18ê Sibata sala 1953 an de li ser fermana Rêberê rûhî yê gelê Kurdistanê Nemir Mele Mistefa Barzanî hatiye damezrandin û ev 68 sale berdewame li ser pêgehandina Xwendekarên Kurdistanê û bihêztir kirina hişmendiya netewî di nava refên Xwendekaran de.
N; E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin