Mesrûr Barzanî: Berdewam dibin li ser hevkarî kirin û parastina aware û koçberan

dibêje em berdewam dibin li ser hekvarî kirina aware û koçberan.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr derbarê bûyera agir pêketinê li kempa koçberan peyamek belav kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê bûyera agir pêketinê li kempa Bersêva ya li Zaxoyê peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Ez gelek xembar bûm bi bîhistina nûçeya bûyera han û can ji dest dana 3 welatiyan, sersaxî didim malbetên wan û kesûkarên wan û hevparê xema wanim.
Barzanî nivîsandiye, wezîrê navxwe Rêber Ehmed hatiye pîwerdarkirin bo lêkolîn kirin li ser rewşa kempan û berdewam dibin li ser parastin û hevkarî kirina koçberên nava kempan heta dema ku bi awayeke dilxwaz û serfiraz vedigerin cîhên xwe û ev yek jî pêdiviya xwe bi hevkariya zêdetir ya navnetewî heye.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.